Rojên Fîlmên Kurdî Frankfurt
2027
Amadekarî didomin!
Em ê hemû agahiyên derbarê bername, fîlm û dîrokan de bi berdewamî li vir li ser malpera xwe û li ser Instagramê parve bikin.
Kino im 2. OG
Heta Rojên Fîlman rêzeya me ya „Kino im 2. OG“ (Sînema li qata 2.) berdewam dike: Her meh em fîlmekî kurdî li salona civakê ya mezin a li ber nivîsgeha xwe ya li Bockenheimê nîşan didin.

Fîlma bê: Ez Firiyam Tu Mayî Li Cî – „I Flew You Stayed“ (2012)
Derhêner: Mizgin Müjde Arslan · Bi kurdî û tirkî, bi binnivîsên almanî
27.11.2026, saet 19:00 · Qata 2. Dondorf, Gabriel-Riesser-Weg 3, 60325 Frankfurt am Main
Piştî fîlmê pirs û bersiv bi derhênera fîlmê re.
Beşdar bibe
Tu dixwazî beşdarî amadekirina Rojên Fîlman ên 2027an bibî? Em bi endamên nû yên tîmê û alîkarên dilxwaz kêfxweş dibin.
Civîna vekirî ya bê:
04.12.2026, saet 18:30
Nivîsgeha Sarya e.V., Gabriel-Riesser-Weg 3, 60325 Frankfurt am Main (qata 2.)
